Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê hemû fîlmçêkeran vedixwîne ku berhemên xwe ji bo pêşbaziya kurtefîlman bişînin.
📅 Dema şandinê: 15 Hezîran – 1 Tebax 2026
🎥 Em li kurtefîlmên ku di salên 2025 û 2026-an de hatine çêkirin digerin, bi dirêjahiya herî zêde 20 deqîqe, di van kategoriyan de:
Fîlma çîrokî
Belgefîlm
Fîlma anîmasyonê
Fîlma ceribandinî
📌 🟡🔴🟢 Mijar: Çîrokên ku ji perspektîfa kurdî têne vegotin û/an jî li ser mijar, tecrube û rastiyên kurdî disekinin.
Em bi heyecan li benda gelek serlêdanan ne û dixwazin deng û perspektîfên nû yên sînemayî ji çar aliyên cîhanê nas bikin.
📣 Heke pirsên we di derbarê serlêdanê an jî pêşbirkê de hebin, ji kerema xwe re ji me re li ser navnîşana info@kurdisches-filmfestival.de e-nameyê bişînin. Ji bo nûçeyên dawî me bişopînin!