vegere hemu vîdyoyan

Senen

30 Sal bi Kardeş Türküler (Stranên Biratiyê)

Sala derketinê
2025
Zimanên berdest
TR,KU,ARM,AR
Çêkirin
Surela Film
Dirêjahiya fîlmê
108 min

"30 Sal bi Kardeş Türküler" çîroka rêwîtiya muzîkal û siyasî ya projeyeke taybet vedibêje ku di sala 1993'an de di Klûba Folklorê ya Zanîngeha Boğaziçi de dest pê kir. Ev fîlm di heman demê de kronîkeke hevjiyanî ye; kronîka zarokan, jinan, daran û çeman, û biratiya çand û zimanan ku sînor nikarin wan ji hev veqetînin. Li ser sehneyê ne tenê ziman, lê her weha dîrok, çand, helbest, nivîskar û hunermend jî hevdu didîtin. Navên wekî Hrant Dink, Neşet Ertaş, Reem Kelani, Sezen Aksu, Arto Tunçboyacıyan û Koma Sayat Nova beşek ji vê çîrokê ne. Ev belgefîlm cara yekem çîroka 30 salî ya Kardeş Türküler dixe pêşberî temaşevanan û nîşan dide ka ew çawa bi muzîka xwe bersiv dan, şîrove kirin û eşkere kirin rewşên siyasî û civakî yên dîroka nû ya Tirkiyeyê.